Li Duhokê bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî tonêla Zaxo û çend projeyên din tên vekirin
Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, Eyûb Nisrî ragihand, tonêla Zaxo ku ew demek dibe karkirina di vê projeya stratecîk de bi dawî bûye, îro Sêşembî 25ê Îlona 2018 bi şêweyekê fermî di merasîmekê de bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê vekirin.
Peyamnêrê Rûdawê dibêje, her îro kevirê bingehîn ê çêkirina rêyeke giring û stratejîk di navbera Hewlêr û Duhok li qezaya Berdereş tê danîn, ku ew jî çêkirina rêya cotsayd a Çeme ye ku dikeve navbera Roviya û gundê Gopal, dirêjiya rê jî 22 kîlometre ye.
Li gorî zanyariyan, 80 milyon dolar bo cîbicîkirina vê projeyê hatiye terxankirin û biryar e di heyama du salan de karê çêkirina vê rêyê bi dawî bibe.
Bi tevavbûna vê rêya stratejîk jî, rêya navbera Hewlêr-Duhok bo nîv demjimêrî kêm dibe.
Rudaw
