• Monday, 23 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Ti rêkeftinek me li gel Brîtanyayê ji bo şandina bi zorê ya hemwelatiyan tine

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Ti rêkeftinek me li gel Brîtanyayê ji bo şandina bi zorê ya hemwelatiyan tine

Di daxuyaniyekî de hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ku ti rêkeftinekî li gel Brîtanyayê pêkneaniye ji bo şandina bi zorê ya penaberan.

Îro 26.05.2022yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Hejmarek hemniştimaniyên kurd li Brîtanyayê pêwendiyê li gel çapemeniyê pêktînin li ser pirsa şandina bi zorê ya hemwelatiyên kurd û rêkeftina hikûmeta Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê ya vê derbarê de tînin ziman, lê nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Brîtanyayê pêwîst dibine ku ragehîne, hikûmeta Herêma Kurdistanê ti cure rêkeftinek li gel Brîtanyayê ji bo şandina bi zorê ya wan penaberan pêkneanî ye.’’

Herwaha hat ragehandin: Bi aşkerayî dibêjin di dema serdana fermî ya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û civîna li gel wezîrê navxwe yê Brîtanyayê de bi ti awayekî pirsa şandina bi zorê ya penaberan nehatiye behs kirin û ti rêkeftinek jî vê derbarê de çênebûye. Herêma Kurdistanê û qraliyeta Yekgirtî ya Brîtanya li ser asta nehiştina tewanên rêxistin û dûvçûna tewanbar û bazirganên mirov hemahengin û hewkariya yek dikin.

Di beşekî din a daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Pêwendiyên dualî yên qraliyeta yekgirtî ya Brîtanyayê li gel Herêma Kurdistanê pêwendiyên kûr, dostane û li ser bingehê hevbeş û berjewendiyê dualî ye. Ew pirsa ku hin kes û alî dixwazin berevajî bikin û hestên hemwelatiyan bixin tevgerê û ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin em red dikin û ewlehî û tişta serekî ya pêwendiyên dualî bi hîç awayekî pirsa şandina bi zorê nîne.

 

Basnews

Top