• Monday, 16 February 2026
logo

Yekem car piştî 16ê Cotmehê Necmeddîn Kerîm bi fermî beşdariyê di konfransekê de dibe

Gulan Media September 25, 2018 Nûçe
Yekem car piştî 16ê Cotmehê Necmeddîn Kerîm bi fermî beşdariyê di konfransekê de dibe
Parêzgerê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm bo yekem car piştî xiyaneta 16ê Cotmehê beşdarî çalakiyeke siyasî dibe.

Nûnerê Hikûmeya Hikûmeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî li ser rûpela xwe ya taybet a Facbookê wêneyê xwe û parêzgehê rewa yê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm belav kir ku, wêne li pêşiya Parlamentokîtiya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê bû.

Da zanîn ku, bi helkefta salvegera yekem a referandoma serxwebûna Kurdistanê beşdariyê di çalakiyeke siyasî de dikin ku, ji aliyê li Parlamentoya Ewropayê tê li darxistin.

Necmeddîn Kerîm heta berî 16ê Cotmehê endamê polîtboruya YNKê bû, piştî 16ê Cotmehê gelek hewlên xirab li nav YNKê û derveyî wê li dijî wî hatin kirin ti çalakiyên fermî nekirin, lewma beşdariya wî di wê konfransê de dike û yekemîn çalakiya fermiya siyasî ye ya Necmeddîn Kerîm piştî 16ê Cotmehê.

Berî niha Necmeddîn Kerîm di hevdîtineka Basê de ragehand ku, di xiyaneta 16ê Cotmehê de roleke mezin a kurê Celal Talebanî û biraziyê di radest kirina Kerkûkê de hebû.



Basnews
Top