• Monday, 16 February 2026
logo

Aras birayekî karkerê nanpêj jî kuştiye

Gulan Media September 24, 2018 Nûçe
Aras birayekî karkerê nanpêj jî kuştiye
Aras Şêxe ku mehek berê bi demançeya xwe ya du car bi tundî li serê karkerekî xistibû û serê karker şikandibû, berî niha birayekî wî karkerî kuştiye û birayekî wî jî ji tirsa Aras ji Herêma Kurdistanê reviyaye.



Dîmenên destdirêjiya ser wî karkerê ku navê wî Huner e, çend roj in li ser medyaya civakî mijara germ a xelkê ye.



Kesê ku bi demançeya xwe li rûyê karkerekî dixe, bi navê Aras Şêxe tê nasîn. Ew tenê bi şikandina serê karkerê nanpêj nasekine, herwiha wî tîne ber kamerayê, dijûnan li wî û malbata wî dike û wî neçar dike ku dijûnan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bide.



Aras Şêxe piştî ku ji rêzên hêza 70 ya ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest ji karê çekdariyê berdide, çar car bi tohmetên cûr bi cûr hatiye girtin. Di hêzên 70ê de jî nêzîkatiya wî bi Ceifer Mistefa re hebû û hinek caran jî weke şofêrê wî yê taybet xebitiye.



Çima li wî karkerî xist?



Karkerê bi navê Huner, li firineke bajarê Silêmaniyê nanpêjiyê dike, her çiqas nawêre temamê çîroka xwe vebêje, lê li gor lipeyçûnên Rûdawê, Aras Şêxe di sala 2016an de birayekî Huner kuştiye û piştî zindanîkirina 18 mehan, hatiye azadkirin.



Piştî azadkirina Aras, hemû hewldanên Huner ew bûye ku kujerê birayê xwe dîsa bide desteserkirin, lewma li pey wî dikeve daku derfeteke tolhildanê bi dest bixe û tola birayê xwe ji kujerê wî hilde.



Birayê Huner çawa hat kuştin?



Birayê Huner, Herêm ku 26 salî bû, pasevanê baregeha Liqa 4 a PDKê bû. Şeva 25ê Mijdara 2016an li bareke devera Serçinar a bajarê Silêmaniyê, Aras wî bi du guleyan dikuje.



Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re gotibû ku Herêm û hevalekî wî li nav barê hesaba vexwarinên xwe ji garson xwestine, dema hesaba wan anîne ku 75 hezar dînar bûye, ji Herêm re pere zêde hatiye û bi xwediyê barê re axiviye û jê re daxistine 50 hezar dînar.



Serkewt Ehmed dibêje ku wê demê kesek hatiye navbera Herêm û xwediyê barê û ji Herêm re gotiye ku divê hemû pere bide, piştre ketine nîqaşê û wî kesî teqe kiriye û du gule li Herêm ketine û piştre li nexweşxaneyê miriye. Kesê ku teqe kiriye Aras Şêxe bûye, wê demê fermana girtinê derbarê wî de hatiye dayîn, lê piştî 18 mehan, ji girtîgehê derketiye.



Piştî ku Aras ji girtîgehê derketiye, birayekî Huner ji tirsa Aras û gefên wî, ji Herêma Kurdistanê reviyaye, weke birayên wî behs dikin, birayê wan di derûniyeke gelek aloz de dijî û bi şevan heta sibehê li ser cadeyan e.



Dîmenên lêdana Huner li ber firineke Silêmaniyê, di meha Tebaxê de hatine kişandin. Aras bi telefonê li Huner geriyaye û jê xwestiye ku dest ji doza birayê xwe berde, Huner jî qebûl nekiriye û Aras hatiye li Huner xistiye.



Aras li ser doza Huner nehat desteserkirin



Li gor lipeyçûnên Rûdawê, tenê li dadgeha Silêmaniyê li ser Aras 23 doz hatine vekirin. Doza ku Aras li ser wê hatiye desteserkirin jî, ji ber firotina otomobîla dizîkirî bûye, ne ji ber lêdan û sivikatîkirina li Huner.



Aras Şêxe roja 13ê Îlonê ji aliyê Polîsê Nehiştina Tawan ve hat desteserkirin. Berdevkê Polîsê Silêmaniyê dibêje ku Aras bi birîndarî hatiye desteserkirin, lê belê ev gotin ji rastiyê dûr e û Aras birîndar nebûye. Li gor lidûvçûnên Rûdawê, navê Aras di rojên 13-14ê Îlonê li ti nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê ji bo tedawiyê nehatiye tomarkirin. Lê kesên ku birînên xwe dane tedawîkirin jî efserek û du polîsên Rêveberiya Nehiştina Tawan bûne ku di dema desteserkirinê de ketine ber gulleyên Aras.

Rudaw
Top