Damezrînerek Hevpeymanî: Berhem Salih dawî bi jiyana xwe ya siyasî anî!
Yek ji damezrînerên Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî Serwer Ebdulrehman ji radyoya Dengê Amerîka re ragehand, endam û berpirsên Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî baweriya wan bi gotinên serokê berê yê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî Berhem Salih kiribûn hebû, lê ‘’mixabin’’ hemû hewldanên wî ji bo paye û erk bûn.
Serwer Ebdulrehman dibêje ew karê ku Berhem Salih kir, di dîroka karê partîcîtiyê de li Kurdistanê ‘’bê wêneye’’ û got: ‘’Berdewam xelk hebûye an jî ji bo paye û erk û îmtiyazan endamên jêrîn partiya xwe dihêle û dest jê berdide. Lê wek rêveber û rêber heta naha nehatiye dîtin di dîroka Kurdistanê de serokê partiyekê, partiya xwe bihêle bo ku dervey partiya wî partiyeke din payeyekê bidest bixe.’’
Herwaha Serwer Ebdulrehman dibêje vegera serokê berê yê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî bo nav YNKê, wek rawestgeha dawî ya jiyana siyasî ya Berhem Salih e, ji ber bi temamî bawerî ji dest da.
Serwer Ebdulrehman got, her kesekî bixwaze guhertinê di jiyana xelkê de çêbike li Kurdistanê, pêwîste xebatê bike ne ku hewldana bidest xistina payeyek şiklî li Bexdayê bide.
Serwer Ebdulrehman ragehand, heta naha serokkomarên kurd li Bexdayê, mixabin nekarîne karek yan jî helwêstekî di berjewendiya kurdan de nîşan bidin an jî bi encam bikin.
Basnews
