• Monday, 16 February 2026
logo

Fukuyama: Êdî welatek bi navê Iraqê nemaye

Gulan Media September 24, 2018 Nûçe
Fukuyama: Êdî welatek bi navê Iraqê nemaye
Zana û Feylesofê siyasî û aborî yê cîhanê Francis Fukuyama di gotareke xwe de ragehand ku, welateke bi navê Iraqê nemaye û her komelek û grubek netewî û taîfî întîmayeke xwe heye ne bo welatê xwe.

Di gotarekê de ku, di rojnameya The Hill a Amerîkayê zana û Feylesofê siyasî û aborî yê cîanê Francis Fukuyama wiha nivîsî bû: "Amerîka di sala 2003 Iraq dagîr kir digotin dê rejîma diktator Sedam Hisên bo sîstemeke demokrasî bigherîne niha piştî 15 salan bi ti awayî ew armanca Amerîka nehatiye berçav."

Nivîskarê bi regez Japanî wiha jî gotiye: "Ji nûve Iraqê karî xwe ji sere rêxistina DAIŞê rizgar bike ku, demeke dirêj bû parêzgeha Mûsilê di bin kontirola wê de bû."

Rêveberê navenda demokrasî û perepêdan û serweriya yasa ya Amerîkayê di gotara xwe de got jî ku, helbijartinên meha Gulana borî hikûmeteke çalak ne hate damezrandin û serdestiya welatên biyanî li ser Iraqê ne tenê Amerîka ye, lê belê Îran e jî ku, bûye cihê bêzariya welatiyên Iraqê.

Herwiha wî nivîskarî diyar kir ku, pisrgirêka sereke ya Iraqê nebûna hestekî giştî yê nasnameya niştimanî bi nave Iraqê ye û welatiyên Iraqê întîmaya wan bi Iraqê nine lê belê her kesek întîmaya wî ji gruba wî ya netewî û taîfî, herêmî û eşîrtî ye.

Basnews
Top