• Monday, 16 February 2026
logo

Rojnameya WSJ: Dibe ku Tirkiye qeşe Brunson berde

Gulan Media September 24, 2018 Nûçe
Rojnameya WSJ: Dibe ku Tirkiye qeşe Brunson berde
Tê gotin ku Tirkiye dixwaze qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson berde. Berpirsekî Amerîkî jî dibêje, eger Tirkiye vê carê jî wî bernede Amerîka dê fişarek zêde bixe ser wî welatî.

Rojnameya Amerîkî ya Wall Street Journal (WSJ) ji zarê berpirsekî hikûmeta Tirkiyê ragihandiye, dibe ku qeşe Andrew Brunson, ku nêzîkî du salan e li Tirkiyê bi tohmeta endamtiya rêxistina Gulen û alîkarîkirina PKKê hatiye girtin, meha Cotmeha îsal were berdan.

Wî berpirsê tirk gotiye, helbet divê Amerîka fişara li ser Tirkiyê bide sekinandin.

Berpirsekî Amerîkî jî li ser vê mijarê ji wê rojnameya Amerîkî re gotiye, divê em lezê nekin ji ber ku Erdogan (serokê Tirkiyê) jî mîna Trump (serokê Amerîka) zû bi zû biryarên xwe diguhere!

Wî berpirsê Amerîkî her wiha daye xuyakirin ku eger vê carê jî Brunson neyê berdan, Amerîka dê fişarek mezintir bixe ser Tirkiyê.

Roja 12 Cotmeha îsal dadgeha qeşe Andrew Brunson heye. Brunson li bajarê Îzmîrê û di hevsa malê de girtî ye.

Ji ber girtina wî qeşeyî, Amerîka Tirkiye bi sepandina cezayên aborî tehdîd kiribû, ji ber wê jî ev demek e nirxa diravê Tirkiyê li hember diravê Amerîkî gelekî daketiye. Vê yekê jî bandorek xirab li ser aboriya Tirkiyê daniye.

Basnews
Top