Di êrîşa DAIŞê de bo ser Gulaleyê 7 kes hatin kuştin
Li bajarokê Gulale yê ser bi qezaya Xaneqînê ve di êrîşa çekdarên DAIŞê de 7 kes hatin kuştin ku 6 ji wan kesên sivîl in û 8 kes jî birîndar bûn. Herwiha 4 ji kuştiyan jî endamê malbatekê ne.
Duh bi şev çekdarên DAIŞê bi sûdwergirtina ji tozbarînê û kêmbûna mesafeya dîtinê êrişî sînorê Kerkûkê kirin.
Heman şevê çekdarên DAIŞê saet derdora 22.00an êrîşî gundê Îslah a girêdayî nahyeya Gulale ya ser bi qezaya Xaneqînê ve kirin.
Rêveberê Asayişa Kuleco Şemal Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand, “Çekdarên DAIŞê li gundê Îslah êrişî mala welatiyê bi navê Ednan Osman kirin û bav, kur û 2 keçên wî kuştin.”
Şemal Ebdulrehman diyar kir, “çekdarên DAIŞê li heman gundî bi ser maleke din de girtin û 2 kesên din jî kuştin”, bi vê yekê hejmara kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, bo 6 kesan bilind bû.
Di êrîşê de herwiha 8 kes jî birîndar bûn ku du ji wan serbaz in.
Li aliyekê din û hevdem ligel êrîşa ser gundê Îslah, hejmarek çekdarên DAIŞê êrîş biriner ser baregeha Lîwaya 154 a artêşa Iraqê û di wê êrîşê de jî serbazek hat kuştin û du serbazên in birîndar bûn.
Wiha dixuye DAIŞê sûd ji rewşa xirab a hewayê û tozbarînê bo encamdana êrîşên xwe yên duh şev wergirtiye ku ev du roj in pêleke dijwar a tozbarînê Herêma Kurdistanê û Iraqê daye ber xwe.
Her şeva bihorî li sînorê Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî cotkaran kirin.
Êrîş şeva bihorî DAIŞê êrişî gundê Sam Asî yê navçeya Taze ya Kerkûkê kir, di encamê de 6 cotkar û 3 polîsên federal ên Iraqê ku ji bo destwerdana êrişê çûn cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
Rudaw
