Barzanî: Em qebûl nakin neheqî li baregahên PDKê, alîgirên PDKê û xelkê hejar were kirin
Barzanî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 12ê Gulanê bibîr xist û got: Giringiya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ew bû, ku seng û giraniya PDKê derbikeve. Gelek kesan xwe amade kiribûn dawiya PDKê bibînin. Lê bi xebat û tekoşîna endam û alîgirên PDKê ew daxwaza wan pêk nehat û PDK li ser asta Iraqê di hilbijartinan de bû partiya yekemîn.”
Mesûd Barzanî diyar kir, ku PDK nûnertiya piraniya gelê Kurdistanê dike û wiha axivî:
“Ev hilbijartin derfeteke ku peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê baştir bibin û pirsgirêk werin çareserkirin. Em hertim dixwazin pirsgirêk bi xweşî, bi aştî û bi hev têgihiştin were çareserkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku me ji armancên xwe paş de gav avêtine.
Hilbijartinên 30ê Îlonê çarenivîsaz in, ji bo wê yekê ku PDK wek hûn dixwazin xizmeta we bike. Em soz didin li hember we rastgo bin û çi ji destê me were ji bo xizmeta we bikin.”
Mesûd Barzanî desnîşan kir, ku demên borî çavdêran ji ber guvaşan dest ji sindoqan berdane û west ku vê carê kes derfet nede kirdareke wiha. Barzanî diyar kir: “Qet qebûl nakin ti kes tiliya xwe li yek çavdêrê hilbijartinan jî dirêj bike.”
Di berdewama axaftina xwe de Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku divê ev rewşa necîgir bidawî bibe, Kurdistan ya hemû Kurdistaniyan e û desteserkirina desthilat li hemû deran bidawî bibe û got: “Em dixwazin hemwelatî hemû wekhev bin. Mîcaza takekes bandorê li ser çarenivîsa ti takekeseke vî welatî neke. Em qebûl nakin careke din li vê herêmê neheqî li baregahên PDKê, alîgirên PDKê û xelkê hejar were kirin.”
Waar.tv
