Berpirsekî YNKê: Bila PKK şerê xwe ji nav Herêma Kurdistanê derxîne
Berpirsekî YNKê dibêje, bila PKK şerê xwe ji nav Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî derxêne da ku xelk ji wê zêdetir ziyanê nebînin.
Berdevkê melbenda YNKê li Mûsilê, Xeyas Sûrçî ji BasNewsê re got, şeva borî êrişî baregeha hêzên Tirkiyê li Başîkê kirin. Li gorî ku tê gotin ew êriş karê PKKê ye û wek bertekek li dijî êrişên Tirkiyê li ser Mexmûr û sînorê Silêmaniyê bûye. Di êrişa şeva borî ya Başîkê de kesek hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Xeyas Sûrçî her wiha got, bila Tirkiye û PKK şerê xwe bibin derveyî Herêma Kurdistanê. Di şerê han de tenê xelkê Kurdistanê ziyanê dibînin. Bo ku xelk ji vê zêdetir ziyanê nebînin divê PKK li Herêma Kurdistanê derkeve.
Basnews
