Serokê parlamentoya Iraqê gihîşt Hewlêrê
Qasekî beriya niha serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi serdaneke fermî gihişt paytext Hewlêrê.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro Şemî (22-09-2018) hate Hewlêrê. Li gorî bernameyê dê Helbûsî li Hewlêrê di destpêkê de li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtinekê pêk bîne.
Helbûsî paşî dê biçe Pîrmamê û ji aliyê Serok Barzanî ve were pêşwazîkirin.
Hevdîtina dawîn a Mihemed Helbûsî dê li gel Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê be û demjimêr 15:00ê vegere Bexdayê.
Ev dibe yekem seredana Mihemed Helbûsî paş wek serokê parlementoyê Îraqê hatî hilbijartin û 169 deng bi destxistin.
Rudaw
