Li Metînayê leşkerekî Tirk hat kuştin
Leşkerekî Tirkiyê ku çawîşê pispor bû li nav Herêma Kurdistanê li navçeya Metînayê hat kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand li navçeya Metîna mîna vedayî bi çawîşê pispor ê bi navê Tunahan Erbaşi de teqiya ye û bi giranî birîndar bûye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje, Tunahan Erbaşi bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest daye. Hat zanîn Tunahan Erbaşi berî du salan dest bi kar kiriye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê 18ê Nîsana 2022ê jî ragihandibû ku li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê Metîna, Zap û Avaşîn operasyoneke nû ya bi navê Pençe-Kilîl daye destpêkirin.
Rudaw
