Pirtûka 'Kursiyê Spî ya Demirtaş' derket
Pirtûka nû ya bîranînên Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş a bi navê “Kursiyê Spî ya Demirtaş” ji Weşanên Dipnotê derket.
Pirtûka bîranînên Selahattin Demirtaş “Kursiyê Spî ya Demirtaş” ku ji aliyê şêwirmendê wî yê medyayê Zinar Karavil ve hatiye nivîsandin derket. Gotina pêşî ya pirtûkê ji aliyê Parlamenterê berê yê HDPê Sirri Sureyya Onder û gotina dawî jî ji aliyê Selahattin Demirtaş ve hatiye nivîsandin.
Di pirtûkê de bîranînên Demirtaş ên ji dema 7ê Hezîrana 2015ê ku HDPê cara yekem benda hilbijartinê derbas kir û heta 4ê Mijdara 2016ê ku hate girtin û yên li girtîgehê cîh digrin.
Di pirtûkê de Demirtaş behsa desetserkirina xwe dike û dibêje, “Dema polîsan ez ji mal derxistim keça min a biçûk Dilda ji min re got; `baba neçe`, min di jiyana xwe de cara yekem xwe qels dît. Min keça xwe hembêz kir û min got `ez ê dîsa werim.”
Rudaw
