Bi sedan endam û alîgirên partiya Berhem Salih tevlî PDKê bûn!
Berpirsê liqa Zaxo ya PDKê Elî Teter ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di heyama çend rojên borî de zêdetirî hezar endam û alîgirên partiyên din tevlî PDKê bûne.
Elî Teter daye zanîn, ji wan kesên ku tevlî PDKê bûne herî zêde endam û alîgirên Partiya Hevpeymanî û Dadperweriyê (partiya Berhem Salih) ne û gotiye, tevlîbûn hîn jî didome.
Wî berpirsê PDKê aniye ziman ku di hilbijartinên îsal de PDK dê ji hemû partiyên din zêdetir deng bîne û gotiye, dengên herî zêde yên PDKê jî dê li devera Zaxo bên komkirin.
Basnews
