• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî peyamek pêşkêşî YZIK kir

Gulan Media September 22, 2018 Nûçe
Serok Barzanî peyamek pêşkêşî YZIK kir
behsa rola yekîtiya han kiriye
Bi minasebeta 48 saliya damezrandina Yekîtiya zanayên ola îslamê ya Kurdistanê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî vê yekîtiya han kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta 48 mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî mamostayan û zanayên mezinên ola Îslamiya Kurdistanê û Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê dikim.

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê her ji destpêka damezrandina xwe ve li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir heta niha û li hemû qonaxên sext û dijwar da roleke bi bandor hebûye li bihêzkirina bingehên xwedênasî û belav kirina wê çanda pêkvejiyanê û hişyarkirina çîn û tuwêjên civaka Kurdistanê. Heman demî de li sengerê şoreş û niştîmanperweriyê da cihê destê wan bi zelalî û rûnî diyare.

Pêzanînên min heye ji bo rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî ku rê li geşbûna hizra tundî û înkariyê li nav xelkê Kurdistanê de girtiye û herdem li rewşên sext û aloz da piştevanê doza rewaya gelê xwe bûne.

Bi helkefta vê salvegera girîng de hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim li erk û karên we da ku li jiyana civakî û siyasiya gelê me da erk û karên pîroz û bi bandorin.

Xweda pişt û penayê me hemû aliyek bê

Mesûd Barzanî

21.09.2018
Top