• Monday, 23 February 2026
logo

Reuters: Çavuşoglu ji Wezîra Derve ya Swêdê re dengê xwe bilind kir

Reuters: Çavuşoglu ji Wezîra Derve ya Swêdê re dengê xwe bilind kir

Hat ragihandin ku di civîna Wezîrên Derve yên NATOyê ya li Berlînê de, ku serlêdanên endamtiya Swêd û Fînlandiyayê hat gotûbêjkirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ku bi piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweseriya tê naskirin, bi meşandina polîtîkayên “femînîst tometbar kir dengê ji rê bilind kir.

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêrê dîplomatên beşdarî civîne bûne, civîn di rewşeke pir aloz de derbasbûye.

Di heman nûçeyê de hat ragihandin dema ku Fînlandiya û Swêd îşaret kirin ku ew difikirin biryara dîrokî ya tevlîbûna NATOyê bidin, hevbendên NATOyê li bendê bûn ku bersivek tund ji Moskowê bê, ne ji yek ji wan bê.

Di civîna wezîrên derve yên NATO de bi hevtayên xwe yên Fînlandî û Swêdî re roja şemiyê ji bo mezintirîn guhertina ewlehiya Ewropî ya bi dehsalan pîroz bikin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê hewayê tarî kir.

Dîplomatekî NATOyê ji Reutersê re li ser civîna êvarê ya li Berlînê got Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu "di rewşeke krîzê de bû".

Berî niha Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, ku ew piştgiriya endamtiya Fînlandiya û Swêdê bo NATOyê nakin.

Li gor nûçeya Reutersê, Çavuşoglu di civîna Berlînê de ne tenê şert û mercên Tirkiyê daniye ber ku pêşniyarên endamtiyên nû qebûl bike, di heman demê dengê xwe ji Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde re jî bilind kir, ku sê dîplomatên NATO'yê dîplomatên NATOyê gotin ku ev protokola "şermezar" şikestin bû.

Dîplomatekî din ê NATO'yê got, “Ji bo me demeke dîrokî bû û Çavûşoglû got, ew ji 'polîtîkaya femînîst' a Lînde aciz bûye û bi vî rengî drameke mezin bi xwe re anî. gelek hevalbendan ji bo aramkirina rewşê bêdengiyê hilbijart.”

Ji ber hesasiyeta mijarê dîplomatê ku nexwest navê xwe eşkere bike got “Me dixwest em fêm bikin ka hevkarê me yê Tirk çi dixwaze, yanî bi rastî çi dixwaze. şerm bû.”

Daxwazên sereke yên Enqereyê rawestandina piştgirîya ji bo komên Kurd ên li welatên Skandînavyayê û qedexeyên firotina çekan ji bo Tirkiyê rakin.

Li gorî Reutersê, çavkaniyek ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne got: “Çavuşoglu li ser zextên Erdogan li pêşberî raya giştî helwesteke tund nîşan da û eger pir zêde pê de biçe metirsiya îzolekirina Tirkiyê ji aliyê hevalbendên biyanî heye.”

 

Rudaw

Top