• Monday, 23 February 2026
logo

Hunermendê Dêrsimî Alî Înanir albumeka nû derxist

Hunermendê Dêrsimî Alî Înanir albumeka nû derxist

Hunermendê kurd û xelkê Dêrsima Bakurê Kurdistanê, Alî Înanir ku bi Alî Dersîmî jî tê naskirin, albumeka nû bi navê “Rayîr” (Rêwî) di rojên pêş de belav dike.

Albuma “Rayîr” ya Alî Înanir ku ji 11 stranan pêk tê, dê di demek nêzîk de ji aliyê KOM Muzîkê ve were belavkirin.

Albuma ku biryar e li ser hemû platfomên dijîtal ên muzîkê were belavkirin, 8 stran bi Kirmanckî/Zazakî ne, 2 stran bi Kurmancî û yek jî bi Ermenî ye.

Hunermendê Kurd Alî Înanir ji BasNewsê re da zanîn ku amadekirina albuma wî ya nû du salan kişand û got, dê ji hinek stranên xwe re klîp jî amade bike.

Hunermend Alî Înanir sala 1982 li Dêrsima Bakurê Kurdistan ji dayîk bûye, dema 10 salan e karên hunerî dike û di sala 2019 de yekem albuma xwe bi navê “Zerrî Dej” belav kir.

Ji bilî albuman, Înanir hejmarek stran bi sîngil û videoklîp jî belav kirine weke “Şev Tarî”, “Derdê Giran” û “Ez û Tu”.

 

Basnews

Top