Trump danûstendinan li gel Rûhanî red nake
Nikki Haley derbarê egera lidarxistina civînekê di navbera herdu serokan de got: Trump danûstendinan li gel Rûhanî red nake û her daxwazek ji aliyê Rûhanî ve, ji bo encamdana danûstendinan li gel Trump, emê gotûbêj bikin û biryarê li ser bidin.
Di dema derbasbûyî de, Serokê Amerîka ragihandibû, ku ew amade ye li gel berpirsên Îranê bicive, lê Îranê encamdana danûstendinên rasterê li gel Amerîka red kir û Wezîrê Derve yê wî welatî Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ku ew rêketinên kesîtî li gel Amerîka nakin û ji berê ve rêketinek navdewletî di navbera wan de heye, ku Encûmena Ewlehiya Navdewletî û Netewên Yekgirtî piştevaniya wê dikin.
Biryar e serokê Îranê Hesen Rûhanî, Yekşema dahatî, ji bo beşdariyê di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de bike, serdana New Yorkê bike.
K24
