• Monday, 16 February 2026
logo

"Bizavên McGurk bûn sedema biserketina Îranê li Iraqê"

Gulan Media September 21, 2018 Nûçe
Hevdîtinên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û destnîşankirina kesekî ji bo serokwezîriyê, bûye cihê giringîdana navendên navdewletî û hejmarek ji şarezayên Amerîkî ji Kurdistan24ê re tekez kir, ku nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de li dijî DAIŞê Brett McGurk, di erkên xwe de biser neketiye û bizavên wî bûn sedema pêkanîna Hikûmeteke nû li Iraqê, ku ser bi Îranê ve be.

Perlemanterê Hevpeymaniya Avakirinê Amir Fayiz ragihand, ku serokwezîrê dahatî yê Iraqê, wê kesekî serbixwe be û herdu Hevpeymaniyên Sairûn û Fetih wê piştevaniya wî bikin.

Amir Fayiz got: Piştî ku Hadî Amirî, ji berbijariyê xwe vekişand, heya niha hevpeymaniya wî ti kes ji bo serokwezîriya Iraqê destnîşan nekiriye.

Her di wê çarçoveyê de, şirovekarên siyasî li Amerîka didin xuyakirin, ku tevger û siyaseta Amerîka li Iraqê nezelal e û tekez dikin ku Îran di pêşbirka li ser desthilata Iraqê de, zora Amerîka biriye.

K24
Top