Lîwa Fazil Berwarî koça dawîyê kir
Peyamnêrê WAARê diyarkir: Berî demekê kêm Lîwa Fazil Berwarî fermandarê firqeya Zêrîn ya sazîya dije terora Îraqê bi egerê celta Mejî li Hewlêra paytext wexera dawîyê kir, amajekir ku termê Lîwa Fazil Berwarî dê ber bi Duhokê bînin û bi xak spêrin.
Lîwa Fazil Berwarî li sala 1966 ji dayîk bûye û xelkê gundê Yekmalê ya ser bi devera Berwarî Balaye, li salên heştîyan gehşitîye nav rêzên pêşmergey û piştî ketina rijêma BEISî jî dest bi dirustkirina sazîya operasyonên taybet kirbû, li vê dawîyê jî postê fermandarê firqeya Zêrîn ya ser bi sazîya dije terora Îraqê ve wergirtibû ta îro jî yê berdewam bû li ser postê xwe.
