• Monday, 23 February 2026
logo

Li Silêmaniyê kurdekî Bakurê Kurdistanê rastî êrîşa çekdarî hat

Li Silêmaniyê kurdekî Bakurê Kurdistanê rastî êrîşa çekdarî hat

Li bajarê Silêmaniyê berpirsê komeleyekê ku guman tê kirin bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve girêdayî be, rastî êrîşa çekdarî hat û bi guleyan hat birîndarkirin. Ji sala bihorî ve ev duyemîn êrîşa bi vî rengî li dijî endamên heman komeleyê ye.

Şeva Sêşemê kesên nasnameya wan nediyar bi motorsîkletê êrîşî xwaringeha Denîz a li Taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê kirin û di encamê de xwediyê xwaringehê ku di heman demê de Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ye, Mehmet Zekî Çelebî birîndar bû.

Mehmet Zekî Çelebî xelkê navçeya Erdîş a Wanê ye û nêzî 12 salan e li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê dijî.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Horvan Rifet ragihand, di encama êrişa çekdarî ya derdora demjimêr 23:00 de, Çelebî ku xwediyê xwaringeha “Denîz” a li cadeya Bextiyarî ya bajarê Silêmaniyê ye, bi giranî birîndar bû.

Çelebî bo Nexweşxaneya Şar a bajêr hatiye veguhastin û li gor zanyariyan, bi giranî birîndar bûye û gelek xwîn jê çûye. Her li gor agahiyan, hêj rewşa tendirustiya wî nebaş e û metirsî li ser jiyana wî heye û ji ber guleyên ku ji zikê wî ketine, organên wî yên hundirîn zirar dîtine.

Li gor agahiyên ku ji welatiyên şahidî bûyerê hatine wergirtin, êrîşa çekdarî ji aliyê 2 kesên bi motorsîkletê ve hatiye kirin.

Têkildarî bûyerê heta niha ji Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Komeleya Karkerên Mezopotamya rêxistineke aktîvîst e ku karkerên Bakurê Kurdistanê yên li Silêmaniyê kar dikin, endamên wê ne.

Dîmenên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên herêmî yên kurdî ve hatine belavkirin, nîşan dide ku ev grûp beşdarî konferans û çalakiyên şermezarkirina êrîşên Tirkiyê yên li ser Şingalê di sala 2018an de bûye û daxwaza azadiya rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan dike.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ya girêdayî PKK’ê, ev cara duyemîn e endamekî rêxistinê di nava salekê de li Silêmaniyê rast êrîşa çekdarî tê. Di Îlona sala bihorî de li taxa Şekreke ya Silêmaniyê, endamê din ê heman komeleyê Ferhad Bariş Qondu rastî êrîşê hatibû û ji stûyê xwe birîndar bûbû.

Berdevkê rêxistinê Mûsa Xalid ragiahndiye, “Ev bûyerek siyasî ye. Îstîxbarata Tirk ev 3 sal in me dişopîne, zextan li me dike û ji me dixwazin ku em li cem wan bixebitin.”

 

 

Rudaw

Top