• Monday, 16 February 2026
logo

Barzanî serxweşiyê li malbata Dr Abdulrezaq Debax kir

Gulan Media September 20, 2018 Nûçe
Barzanî serxweşiyê li malbata Dr Abdulrezaq Debax kir
Serok Barzanî peyameke serxweşiyê aresteyî malbata Dr. Ebdulrezaq Debax kir.

Deqê peyama Barzanî wihaye.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Dr Abdulhemîd Abdulrezaq Debax

Gelek bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya bavê we yê rêzdar (Dr Abdulrezaq Debax) gihîşt me.

Xwedê jêrazî Dr Abdulrezaq Debax kesayetiyekî diyar û dilsozekî mîlletê xwe bû. Bi vê helkefta xemgîn de serxweşiyê li malbat û kesukar û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
20.09.2018

Top