• Monday, 23 February 2026
logo

Erebên hawirde li Efrînê xwepêşandan kirin: Bila Sûrî yên li Tirkiyê venegerin!

Erebên hawirde li Efrînê xwepêşandan kirin: Bila Sûrî yên li Tirkiyê venegerin!

Erebên hawirde yên ku ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê hatine bicîh kirin, li dijî projeya Tirkiyê ya "vegerandina 1 milyon penaberên Sûriyê" xwepêşandan kirin û ragihandin, bila Tirkiye, Sûrî yên li wî welatî venegerîne Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Xwepêşanderan her wiha bang li grûpên çekdar kirin ku şerê li dijî Hikûmeta Sûriyê berdewam bikin da ku ew bikaribin vegerin bajarên xwe.

Hat diyarkirin ku komeke qelebalix bi daxuyaniyeke çapemeniyê li dijî vegerandina Sûrî yên li Tirkiyê bertek nîşan dan.

Di xwepêşandanê de hat dîtin ku polîsên herêmî û çekdarên ser bi Tirkiyê li derdorê, parastina xwepêşanderan dikin.

Roja Sêşemê 3ê Gulana 2022an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan aşkere kiribû ku Tirkiye projeyekê ji bo vegerandina 1 milyon penaberên Sûrî amade dike.

Erdogan diyar kiribû ku li Îdlibê dê 100 hezar xaniyên brîketan lê bikin û li Azez, Cerablûs, El Bab û Girê Spî jî di nav de li 13 herêman bi heman rengî projeyan ava bikin.

Serokkomarê Tirkiyê diyar kiribû ku ew proje dê li 13 navçeyan bi alîkariya rêxistinên Tirkî û navdewletî bê cîbicîkirin.

 

Rudaw

Top