• Monday, 23 February 2026
logo

Balyozê Amerîkayê xatira xwe ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest

Balyozê Amerîkayê xatira xwe ji Serokwezîrê Kurdistanê xwest

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Tueller kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Duh duşem 16ê Gulana 2022an me pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew H. Tueller kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palledino jî têde beşdar bû, me spasiya balyozê Amerîkayê kir jiber hewlên wî yên bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê di dema pîwerdariya xwe de li Îraqê de û hêviya sekreftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Nirxandina guhertin û pêşhatên dawî yên Îraqê, pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Amerîkayê bi taybetî di warê bazirganî û hilbirînê de, mijarên din yên civîna han bûn.

 
 
Nûçe

Top