• Monday, 16 February 2026
logo

Kerkûk – Ji komek malbatên kurd hatiye xwastin xaniyên xwe vala bikin!

Gulan Media September 19, 2018 Nûçe
Kerkûk – Ji komek malbatên kurd hatiye xwastin xaniyên xwe vala bikin!
Endameka encumena parêzgeha Kerkûkê ragihand, ji komek malbatên kurd yên Kerkûkê re hatiye gotin ku malên xwe vala bikin!

Endama encueman Kerkûkê û seroka Lêjneya Mafên Mirov ya encumenê Ciwan Hesen ji BasNewsê re got, komek malbatên kurd yên li başûrê bajarê Kerkûkê ji aliyê polîs ve hatine agahdarkirin ku malên xwe vala bikin.

Ciwan Hesen her wiha got, yek ji wan kesên ku hatiye agahdarkirin, berpirsê perwerdeya kurdî ya Kerkûkê Reûf Seidula ye.

Wê endama encumena Kerkûkê da zanîn, malbatên kurd yên ku ji wan hatiye xwastin malên xwe vala bikin, ji ber zilma rêjîma Sedam Husên koçber bibûn lê piştî rûxana rêjîmê dîsa vegeriyan bajarê xwe.

Li gorî agahiyên wê endama encumena Kerkûkê, hêceta hikûmeta Iraqê bo wê yekê ew e ku ew xanî û mal li nav sînorên peymangeha teknîkî ya Kerkûkê de hatine çêkirin!

Ciwan Hesen da zanîn ku beriya niha ji malbatên kurd yên li kêleka şîrketa Nefta Bakûr jî hatibû xwastin xanî û malên xwe vala bikin û got, beriya 16 Cotmeha par ti arîşeyek nebû lê piştî rûdanên 16 Cotmeha par rewş hat guhertin û kurd bûn hedef.

Basnews
Top