Hikûmeta Kurdistanê bersiva tohmetên kompaniya nefta Bakur ya Iraqê da
Hikûmeta Kurdistanê bersiva buxtan û tohmetên kompaniya neftê ya Bakur ya Iraqê da ku hikûmeta Kurdistanê bi dagîrkirina bîrên neftê yên Kerkûkê tohmetbar kiribû.
Kompaniya nefê ya Bakur ya Iraqê, ku li Kerkûkê kar dike, ragehandiye, ewê li dijî hikûmeta Kurdistanê gilî bikin çimkî qaşo hikûmeta Kurdistanê “bi darê zorê” bîrên neftê yên Bay Hesen û Dawidgurge yên Kerkûkê zeft kiriye.
Berdevkê hikûmetê Cotyar Adil li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û bersiva wê kompaniya Iraqî da.
Cotyar Adil di daxuyaniyê de gotiye, li gorî Qanûna Esasî ya Iraqê, serwet û samana giştî ya hemû xelkê Iraqê ye, ne yê kompaniyê ye. Kompaniya Bakur çendîn sal e bêyî ku qanûna gaz û neftê hebe, kar dike û Qanûna Esasî binpê dike. Ji ber wê jî eger bi rastî di xema çareserkirina pirsgirêkan de bila li ser esasê Qanûna Esasî hereket bike.
Berdevkê hikûmetê di dawiyê de jî gotiye, karên wê kompaniyê û hinek aliyên din li dijî Herêma Kurdistanê, siyasî ye û ti bingeheka wan ya qanûnî nîne û ew tohmet û buxtanên ku arasteyî Kurdistanê jî dikin, pûç û vala ne û tenê bo derxistina aloziyê û binpêkirina mafên gelê Kurdistanê tên kirin.
Basnews
