• Monday, 16 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û McGurk civiyan

Gulan Media September 19, 2018 Nûçe
Mesrûr Barzanî û McGurk civiyan
behsa hewldanên ava kirina hikûmeta Îraqê kirin
Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê Serokê Amerîkayê bo karûbarê hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DIŞIê Brett McGurk û şanda pê re kir.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, li ser hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta Îraqê û rola Kurdistanê ya di vê warî de giftûgo hate kirin.

Her di vê civîna han de Mesrûr Barzanî tekez li ser hevbeşiya bihêz ya di navbera Kurdistan û Amerîkayê û girîngiya hevkariya leşkerî û ewlekariya berdewam kir.



Top