PDK dest ji posta Serokomarê Iraqê bernade
Wî jêderî da zanîn, hebûna kandîdê PDKê ti pêwendiya wê yekê nîn e ku kandîdê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo wê postê heye, yan na.
Got jî: “Vê carê postê Serokomar ji bo PDKê dibe û post pişkê PDKê ye wek mezintirîn hêza siyasî ya Kurdistanê û partiyê yekem di hilbijartinên parlemantoya Iraqê de ye.”
Ev di demekê de ye, heftenameya “Destûr” a Iraqî di hejmara xwe ya (4231) de ragihand, li gor rêkeftina ku di navbera hevpeymaniya Fetih û Saîrûn de hatiye kirin, Serokê Parlemantoyê ji hevpeymaniya “Bîna” û Serokwezîr ji hevpeymaniya “Çaksazî” û Serokomar jî ji Partiya Demokrat a Kurdistanê dibin.
K24
