• Monday, 16 February 2026
logo

Çavuşoglu, ”Dive em li Îdlîbê hezên xwe zedêtir bikin”

Gulan Media September 18, 2018 Nûçe
Çavuşoglu, ”Dive em li Îdlîbê hezên xwe zedêtir bikin”
Wezîrê Derve yê Tirkîyeyê Mevlût Çavuşoglu û wezîrê Derve yê Ûrdûnê Eymen es-Safedi piştî hevdîtinan kongreyeka rojnamewanî a hevpar pekanîn.

Çavuşoglu liser hevdîtinen Tirkîyê û Rûsya wiha got: ”Li gor peymana me û Rûsya ye jibo erîş li Îdlibê neye kirin Rûsya ve jibo supaye rejime neçin nava Îdlibê ve bergirîye bike. Piştî xebatên tîmen teknîkî herêmek Ji 15ê heta 25 kîlometra firehîye de herêmeka bê çek vê bê damezrandin. Opozîsyon û welatîyen sivîl ve li cihe xwe bimîne belê rexistinen terorî ve ji wedere ben derxistin. Heta 15ê meha 10 ev rexistinen tund yen li Îdlibê ve ji çekên giran be pakijkirin belê çekên sivik ye bimînin deste wan endamen opozîsyonen ne tund de. Belê divê ji Îdilbê jî êrîş li tu alîyan neyen kirin. Bingehên me yen çawderîye ve bimînin u dive em li Îdlibê hezên xwe zedêtir bikin. Hezên me u Rusya ve bi hevre devrîye ye li devera wî bajarî bikin.

” Çavuşoglu got piştî ev hatin kirin wî demî rewş ve dîsa be gotubejkirin û nexşereyek nû vê bê pêkanîn.

Wezîrê derve ye Ûrdûne Eymen es-Safedi jî wiha axivî: ”Ev peymana li Soçîye gelêk giringe. Heger operasyon bihata kirin gelêk kesan we jîyana xwe ji dest bida. Dive ev şerê li Surîye dawî bê û em Surîyê bi parezin. Jibo awareyan tişta dikeve ser mile me em dikin û dive li Surîyê rewşa aram be pêkanîn û ev aware wegerin ser cihen xwe.”

Waar.tv
Top