• Monday, 23 February 2026
logo

Li Zap-Avaşinê teqîn: Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn

Li Zap-Avaşinê teqîn: Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn

Hat ragihandin ku li Zap, Avaşîn û Basyanê di encama teqîna teqemeniya ku PKKê daniyê de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê li herêma Zap, Avaşîna û Basyan a ku operasyona Pençel-Kilîd dewam dike, di encama teqîna teqemeniya ku bi destan hat çêkirin de ku ji aliyê gerîlayên PKK ve hatiyê danîn de leşkerekî Tirkiyê hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand lêşkerê ku hatiye kuştin ji bajarê Gumuşhane ya Tirkiyê ye û navê wî Selman Guler e.

Li aliyê din ve malperên nûçeyan yên nêzî PKKê ragihandin ku îro danê nîvro baregeha artêşa Tirkiyê ya li bejahiya bajarokê Kanî Masî yê ser bi navçeya Amêdî ya Duhokê bi çekên giran hatiye armanckirin.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku piştî şerê li vê derê, Artêşa Tirkiyê bi balafirên şer û topan herêm bi dijwarî bombe kiriye.

Artêşa Tirkiyê di 17ê Nîsanê de li herêma Zap, Avaşîn-Basyanê ya li ser sînorê navçeya Amediyê ya Dihokê, li dijî PKKê operasyoneke nû bi navê "Pençe-Kilîd" dabûa destpêkirin.

 

Rudaw

Top