HSDê derbarê êrişa dijî qereqola Tirkiyê de daxuyaniyek da
HSDê derbarê êrişa dijî qereqola Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ti eleqeyeke wan bi êrîşa dijî binkeya leşkerî ya li navçeya Gilgamêş a ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê nîne. Piştî vê êrîşê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku hedefên li Rojava hatine armankirin û 52 endamên YPGê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê HSDÊ ev daxuyanî red kir.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro 12ê Gulana 2022ê daxuyaniyek belav kir û îdia kir ku ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ve li dijî binkeyeke wan a leşkerî ya li navçeya Gilgamêşê, ji aliyê rêxistina “PKK/YPG” hawin hatine avêtin.
Li gor ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje di encama wê êrîşa bi hawinan de leşkerekî Artêşa Tirkiyê yê bi navê Oktay Salar hatiye kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne, herwiha sivîlek jî birîndar bûye.
Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku hedefên li Rojava hatine armankirin û 52 endamên YPGê jiyana xwe ji dest dane. Lê belê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ev daxuyanî red kir.
Ji HSDê Daxuyanî
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Di daxuyaniya ku îro ji aliyê Wezareta Berevaniy ya Tirkiyeyê ve hat dayîn de agahî hat dayîn ku hêzên me li ser sînorê Tirkiyeyê êrîşî Gilgamêşê kirine. Ti eleqeya me bi êrîşên li ser Gilgamêşê re nînin.”
Di daxuyaniya HSDê de hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê her roj Kobanê, Şehba, Eyn Îsa û Minbicê bomberdûman dike û wiha got “Bûyera li Gilgamêşê provakasyon e, ji bo ku li herêmê êrişên xwe zêde bikin plan kirine. Divê gelê me û raya giştî ya cîhanê baweriyê bi nûçeyên bi vî rengî yên sexte yên dewleta Tirk neyne.
Di daxuyaniyeke din a HSDê de hat gotin ku daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ya ku dibêje 21 endamên YPGê jiyana xwe ji dest dane ne rast e.
Rudaw
