• Monday, 23 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê operasiyoneke hevbeş lidar dixin

Hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê operasiyoneke hevbeş lidar dixin

Ev operasiyon li devera Xurmatû li dijî DIŞIê hatiye lidarxistin.

Îro hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li nahiyeya Dawideya ser bi Xurmatûyî dest bi operasiyoneke hevbeş ya li dijî terorîstên DIŞIê kirin.

Bazneya operasiyonê gelek berfireye û digehêje devera Pilekane û gundên din yên li deverê de.

Li vê deverê zêdetir ji 50 gundên Kurdan hene ku niha di destê artêşa Îraq û çekdarên heşda şebî dene û jiber hebûna valatiya ewlekarî li wan deveran, DIŞI kariye li wan navçeyan xwe bihêztir bike.

 

Top