• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan li dijî Kiliçdaroglu dozeke din vekir

Erdogan li dijî Kiliçdaroglu dozeke din vekir

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de bi hinceta ku mafên wî yên şexsî binpêkirine dozeke din a 500 hezar lîreyî ku dike nêzîka 34 hezar dolar vekir.

Parêzerê Serokkomarê Tirkiyê Huseyin Aydin bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji ber axaftinên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên civîna partiya wî ya di 10ê Gulanê de û axaftina wê ya li pêşiya avahiya CHPê ya bajarê Stenbolê ya di 12ê Gulanê de dozeke 500 hezar lîreyî ku dike nêzîka 34 hezar dolar vekirine.

Parêzerê Erdogan di daxuyaniyê de diyar dike ku Kiliçdaroglu bi axaftinên xwe êrîşî mafên şexsî yên Erdogan kiriye û ji ber vê yekê li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê doz tomarkirine.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku gotinên Kiliçdaroglu ne rexneyên siyasî ne û ji bo zerardayîna rûmeta Erdogan û mafên wî yên şexsî hatine kirin.

Herwiha 4ê Nîsana 2022ê jî bi hinceta ku mafên wî yên şexsî binpêkirine Erdogan derbarê Serokê CHPê Kiliçdaroglu de dozeke 1 milyon lîreyî ku dike nêzîka 70 hezar dolar vekiribû.

 

Rudaw

Top