• Monday, 23 February 2026
logo

Peyama sersaxiyê ya Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Serokê Îmaratê

Peyama sersaxiyê ya Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Serokê Îmaratê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro înê 13ê Gulana 2022yan di peyamekê de ji ber koça dawî ya Serokê Îmaratê Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan sersaxî li serokatî û gelê Îmaratê kir.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi xemgîniyeke kûr ve, nûçeya koça dawî ya Serokê Dewleta Îmarata Yekbûyî ya Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan gihîşte min.

Ez bi navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê, sersaxiyê li serokatî û gelê Îmaratê bi giştî dikim.

Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike ku hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina xelkê xwe û mirovahiyê terxan kir. Sebr û aramî jî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

13ê Gulana 2022yan

 

Top