Amerîka wan kompaniyan efû dike ku li Rojavayê Kurdistanê kar dikin – Tirkiye aciz e
Amerîka rê dide wan kompaniyan ku bixwazin li Rojavayê Kurdistanê kar bikin. Tirkiye nîgeran e ji vê yekê.
Pêr welatên endamên hevpeymaniya dijî DAIŞê li welatê Fasê civiyan.
Di civînê de Amerîka ragehand ku ewê wan kompaniyên ku bixwazin li Rojavayê Kurdistanê bikin, ji sizayên li ser Sûriyê efû bikin.
Li ser vê yekê, serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan û wezîrê derve yê wî welatî Mevlût Çavûşoglu bertek nîşan dan.
Erdogan û Çavûşoglu li dijî wê biryara Amerîka derketin û bi tundî nerazîbûn nîşan dan.
Çavûşoglu piştî nîşandana nerazîbûnê, giliya wê jî kir ku Amerîka divê herêma Idlibê jî, ku di destê Tirkiyê de ye, efû bike.
Basnews
