• Monday, 16 February 2026
logo

Hadî Amirî: Emê li gel Herêma Kurdistanê serokwezîrê nû diyar bikin

Gulan Media September 18, 2018 Nûçe
Hadî Amirî: Emê li gel Herêma Kurdistanê serokwezîrê nû diyar bikin
Serokê Hevpeymaniya El-Fetih (Hadî El-Amirî) berbijariya xwe ji bo postê serokwezîriyê kişand û got: Bi şêwrê li gel aliyên Kurdistanî, emê kesekî ji bo serokatiya wezîran destnîşan bikin.

Hadî El-Amirî di konfiransekî rojnamevanî de ragihand, ku divê serokwezîrê dahatî yê Iraqê kesekî serbixwe be û cihê razîbûna hemû aliyan be û got: Pere û samanên welatên kendavê û destwerdanên Amerîka di destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê de biser neketin.

Berî niha Hevpeymaniya El-Fetih ragihandibû, ku take berbijarê wan ji bo serokwezîriya Iraqê Hadî Amirî ye.

K24
Top