• Monday, 16 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm: Posta serokomariya Iraqê ya PDKê ye

Gulan Media September 18, 2018 Nûçe
Necmedîn Kerîm: Posta serokomariya Iraqê ya PDKê ye
Parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm dibêje, rewşa Kerkûkê roj bi roj xirabtir dibe. Necmedîn Kerîm her wiha diyar dike ku posta serokomariya Iraqê dê bibe ya PDKê.

Parêzgarê rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku ji ber xiyaneta 16 Cotmeha par û dagîrkirina bajêr ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve, nikare vegere ser karê xwe, ji BasNewsê re behsa rewşa Kerkûkê kir û got, mixabin ji 16 Cotmeha par ve roj bi roj rewşa Kerkûkê xirabtir dibe.

Necmedîn Kerîm her wiha got, rewş gihîştiye wê astê ku milîsên Heşda Şeibî, çi ereb çi turkmen, henekê xwe bi kurdan bi taybet bi wan xortên ku turkmenî û erebî nizanin, dikin. Nifşa ku di 25 salên dawiyê ji dayîk bûye, tenê kurdî dizane ji ber wê jî li rêbend û xalên pişkinînê de rastî heqareta milîsên şîe tên. Milîsên şîe ji wan dixwazin ku bi kurdî nepeyîvin, tenê bi erebî yan jî turkmenî bipeyivîn!

Parêzgarê rewa yê Kerkûkê anî ziman ku erebkirina Kerkûkê tenê di çarçoveya ziman de sînordar nemaye û got, erd û warê kurdan jî zeft dikin û didin wan erebên ku ji derve hatine Kerkûkê. Gelek caran gefa wêrankirina malên kurdan dixwin, bi taybet ew kurdên piştî rûxana rêjîma Sedam vegeriyane ser cih û warê xwe.

Necmedîn Kerîm daxwaza guhertina rewşa Kerkûkê kir û got, guhertina rewşa Kerkûkê û deverên din yên Kurdistanî dimîne hêviya serokomarê nû yê Iraqê. Em hêvîdar in kesekî baştir bibe serokomar da ku bikaribe rewşê biguherîne.

Necmedîn Kerîm di besiva vê yekê de ku gelo posta serokomariya Iraqê pişka YNKê yan jî ya PDKê, got, posta serokomariya Iraqê vê carê ya PDKê ye.

Basnews
Top