Kurdek ji aliyê kesekî Swêdî ve hat kuştin
Roja 28-05-2018an Nehro Sedullah ku 33 salî bû, di bûyereke nediyar de ji aliyê zilamekî Swêdî yê bi navê Ledal Tony yê 60 salî ve hat kuştin, heta niha jî nediyar ka ew zilam li ser çi û çima Nehro kuşt.
Nehro Sedullah bûbû 12 sal ji Kurdistanê derketibû û li Swêdê bi jineke Swêdî re zewiciye û sê zarokên wan hebûn.
Nehro biryar dabû ku li gel hevjîn û zarokên xwe, betlaneya havînê li Kurdistanê derbas bike û diya wê jî hevjîn û zarokên wî ji nêz ve bibîne, lê beriya geşta ber bi Kurdistanê, bi du hevalên xwe re diçe derveyî bajêr û li wir ji aliyê zilamekî Swêdî ve tê kuştin.
Yûsif Umer ku hevalê Nehro ye û dema bûyerê li cem wî bû, di peywendiyeke telefonî de ji Rûdawê re ragihand: “Ez li malê rûniştî bûm, Nehro li min geriya û got bi du hevalan re ezê biçim seyranê, tu jî were. Min got baş e werin, ez jî têm.”
Umer diyar dike ku nîv saet piştî peywendiya telefonî, Nehro gihişte ber derî. Cihekî diyar dikin ji bo ku biçin, lê di rê de rêya xwe diguherînin.
Yûsif Umer ji Nehro û hevalên wî dipirse ku ber bi ku ve diçin, ti bersiv nadin. Umer dibêje: “Piştî demekê em gihiştin cihekî, li ber deriyê malekê rawestiyan, zilamekî pîr li pêş deriyê malê sekinîbû. Nehro got 'ev der kuderê ye, çima we em anîn vê derê?' du hevalên Nehro ji otomobîlê daketin û şer kirin.”
Yûsif gelek hewl daye ku nehêle Nehro ji otomobîlê dakeve, lê Nehro gotiye tiştek tine, niha têm. Yûsif dibêje: “Piştî ku Nehro ji otomobîlê daket, zilamê pîr teqe li Nehro kir û ew kuşt.”
Piştî teqekirinê, hevalên Yûsif direvin û polîs jî zilamê Swêdî desteser dike, lê tê gotin ku heta niha jî îtiraf nekiriye ku wî Nehro kuştiye.
Polîs îfadeyên du hevalên Nehro wergirtiye, lê belê ew dibêjin em ti tiştekî nizanin û înkar kirine ku wan Nehro biribin wê derê.
Hevjîna Nehro dibêje: “Ez nizanim pirsgirêka Nehro bi hevalên wî re hebû, ez wisa bawer im ku wan li Nehro fêlek kirine.”
Sê meh di ser kuştina Nehro Sedullah re derbas bûye û heta niha li dadgehê dosyeya wî yekalî nebûye. Xizmên Nehro nêzîkî sê meh in li benda dadgehê ne daku kujerê kurê wan were cezakirin û zelal bibe ku çima kurê wan hatiye kuştin.
Salim Sedullah ku birayê Nehro ye, ji Rûdawê re ragihand: “Nêzîkî mehek e em bi dayîka xwe re hewl didin ku biçin Tirkiyê, li wir ji bo wergirtina vîzeya Swêdê serlêdan bikin û biçin Swêdê, heta ku rastiya bûyerê dernekeve holê emê venegerin Kurdistanê.”
Termê Nehro Sedullah nêzîkî 13 roj li nexweşxaneyeke Swêdê maye, piştre ji aliyê pismamê wî ve ku ew jî li Swêdê dijî, bo Kurdistanê hatiye şandin.
Li ser çarenûsa hevjîna Nehro jî, Salim Sedullah diyar kir: “Piştî anîna termê Nehro, hevjîna wî jî hate Kurdistanê, heta demekê li vir ma û piştre vegeriya bajarê xwe.”
Rudaw
