• Monday, 23 February 2026
logo

Lêjneya niştimanî ya ava Iraqê: 120 bendav li Kurdistan û Iraqê tên çêkirin

Lêjneya niştimanî ya ava Iraqê: 120 bendav li Kurdistan û Iraqê tên çêkirin

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê ragehand, 120 bendav dê li Kurdistan û Iraqê bên çêkirin.

Wezareta çandinî û çavkaniyên av ya Kurdistanê ragehandiye, îro li Bexdayê civîna lêjneya niştimanî ya avê ya Iraqê hat kirin.

Wezaretê daye zanîn, şandeka wezareta çandinî û çavkaniyên avê ya Kurdistanê bi serokatiya wezîr Bêgerd Talebanî beşdar bû.

Li ser naveroka civînê jî wezaretê ragehandiye, di civînê de herî zêde behsa hişkesalî û pirsgirêkên avê û çawaniya çareserkirina wan pirsgirêkan hat kirin û şanda Kurdistanê daxwaz kir bûdceyek bo asayişa xurek û nehîştina hişkesaliyê were terxankirin.

Li gorî agahiyên wezaretê, di civînê de biryar hat dayîn 120 bendav li Kurdistan û Iraqê bên çêkirin.

 

Basnews

Top