Almanyayê daxwaza rakirina qedexeya li ser PKKê red kir
Hikûmeta Almanyayê bersiveke neyînî da serlêdana PKKê ya ji bo rakirina qedexeya ji sala 1993an û vir ve ku li Almanyayê dewam dike.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Almanyayê bi bîr xist ku PKK li Almanyayê weke "rêxistineke biyanî ya tundrev û terorîst" tê binavkirin û ev yek bi biryarên cuda yên dadgehên Almanyayê hatiye piştrastkirin.
Berdevk destnîşan kir ku Wezareta Navxwe ya Almanyayê di vê demê de ti sedemekê ji bo guhertina vê biryarê nabîne.
PKKê diyar kir ku ji sala 1993an û vir ve şert û merc hatine guhertin û ew êdî li Almanyayê çalakiyên tawanî nakin û gefê li ewlekariya navxweyî naxwin, her wiha destnîşan kir ku tu bingeh ji bo vê qedexeyê nemane.
Rudaw
