• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr û Nûnerê taybetiyê Serokê Amerîkayê rewşa siyasî a Îraq û Kurdistanê dinirxînin

Gulan Media September 18, 2018 Nûçe
Serokwezîr û Nûnerê taybetiyê Serokê Amerîkayê rewşa siyasî a Îraq û Kurdistanê dinirxînin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Roja Dûşem 2018-09-17 pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê taybetiyê Serokê Wilayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li hevpeymaniya navdewletiya şerî DAIŞê kir.

Di civînekê de bi berhevbûna Douglas Silliman Balyozê Amerîkayê li Îraqê û Stive Fagin Consulê vî welatê li Hewlêrê, şanda mêvan behsa hilbijartina Serok û cîgirên Parlemantoya Îraqê û diyaloga navbera partî yên siyasî yên Îraqî û herwiha diyaloga navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û hilbijartina Kurdistanê kir.

Nûnerê taybetiyê Serokê Amerîkayê piştîvaniya xwe ji bo rola Kurdistanê li Bexdayê û pişkdarî kirina bi hêz li piroseya siyasî û rêvebirina Îraqê nîşanda.

Sweokwezîrê Herêma Kurdistanê amje bi hewlên berdewamên partî yên Kurdistanê ji bo pişkdarî kirineka bi hêz li pirosesa siyasî a Îraqê û diyarkirina post û pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî bi şanda mêvan got diyaloga navbera partî yên Kurdistanê, bi taybetî navbera PDK û YNK ji bo hevdengî li ser pirosesa siyasî li bexdayê berdewame.

Serwokwezîr derbarê hilbihartinên Kurdistanê jî got kempînên pirsesa hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê bi awayekê aram û baş rêve diçe.

Li dawiyê jê behsa rewşa deverê û hin pirsên derbarê Îraq û Herêma Kurdistanê kirin.


Top