Wezîrê Ewqaf û Serokê Yekîtiya Zanayan li Erebistanê beşdarî forumeke cîhanî bûn
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ragihand, Wezîrê Ewqaf ligel Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê, li Riyada paytexta Erebistana Siûdî beşdarî forumeke cîhanî bûn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî îro çarşemê 11ê Gulana 2022yan, Wezîrê Ewqaf Piştîwan Sadiq, ligel Serokê Yekîtiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê Ebdullah Seîd Weysî li Riyadê beşdarî forumeke li jêr navê "Foruma Nirxên Hevpar ên Navbera Peyrewên Olan" bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di forumê de Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî axaftin kir û silava Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihande hikûmet û xelkê Erebistana Siûdî û amadebûyan.
Wezîrê Ewqaf di forumê de bal kişandiye ser dîroka dêrîn û pêkvejiyana olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê û amaje bi rola çalak û plan û siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ku maf û destnîşankirina erkê hemû aliyan li gor yasayan hatine rêkxistin, ev jî bûye bingeha avabûna jîngeha pêkvejiyana hemû aliyan.
Piştîwan Sadiq herwiha bal kişandiye ser wê yekê ku hejmareke mezin ji neteweyên cuda, ji ber nebaşbûna navçeyên xwe, xwe spartine Herêma Kurdistanê.
K24
