• Monday, 23 February 2026
logo

Rojnamevaneke Ereb li Felestînê hate kuştin

Rojnamevaneke Ereb li Felestînê hate kuştin

Dema dixwest raportê amade bike hatiye kuştin.

Li gor jêderên çapemeniya cîhanî, peyamnêra kanala Cizîre ya Erebî, Şîrîn Ebû Eqale di dema ku dixwest raportek derbarê aloziyên di navbera Îsraîlî û Felestîniyan de li Xezeyê amade bike, hatiye kuştin.

Ev rojnamegera han dixwest li ser pevçûnên navbera hêzên Îsraîlî û ciwanên Felestînî amade bike û dema amade kirina raportê, pevçûn di navbera hêzên Felestînî û Îsraîlê de çê dibe û di pevçûnê de guleyek bi serê vê dikeve û canê xwe ji dest dide.

Top