Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Hêzên Hevpeymanan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 11ê Gulana 2022yan pêşwazî li şandeke Hêzên Hevpeymanan kir.
Şanda Hêzên Hevpeymanan bi serokatiya Cîgirê Rêveberê Tîma Şêwirmendên Serbazî yên Hevpeymanan yê li Herêma Kurdistanê Kolonel Tod Boros bû, ku bi boneya bidawîbûna erkê xwe, serdanê dike.
Di hevdîtinê de li ser çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û girîngiya piştevaniya Pêşmerge bi rûbirûbûna gefên DAIŞê gotûbêj hat kirin û tekezî li pêwîstiya pêşvebirina hevahengiyê di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge de kirin ji bo seqamgîrbûna navçeyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî spaskirina piştevaniya berdewam a Hevpeymanan, hêviya serkeftinê ji bo Kolonel Tod Boros di erkê wî yê nû de xwest.
K24
