• Monday, 23 February 2026
logo

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ji peywir hat girtin

Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Karaloglu ji peywir hat girtin

Bi biryarnameya Serokomariyê ya Tirkiyeyê, cihê 10 parêzgaran hat guhertin û 9 parêzgarên nû hatin erkdarkirin.

Li gorî biryarnameyê, Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Kararoglu, Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez û Parêzgarê Rihayê Abdullah Erîn ji peywir hatin girtin.

Parêzgarê Mêrsînê Alî Îhsan Su wek Parêzgarê nû yê Diyarbekirê, Parêzgarê Edîrneyê Ekrem Canalp wek parêzgarê Batmanê, Parêzgarê Sêwazê Salîh Ayhan wek parêzgarê Rihayê, Parêzgarê Kirklarelî Osman Bîlgîn wek Parêzgarê Şirnexê, Parêzgarê Tokatê Ozan Balci wek Parêzgarê Wanê hatin erkdarkirin.

 

K24

Top