Iraq: Sizaya normalîzekirina pêwendiyên bi Îsraîlê re darvekirin e
Encûmena Nûnerên Iraqê xwendina yekem a reşnivîsa qanûna qedexekirina asayîkirin û danîna peywendiyan bi Îsraîlê re kir û hat diyarkirin ku sizaya hewldanên normalîzekirina pêwendiyên bi Îsraîlê re darvekirin e.
Hat diyarkirin ku her têkiliyeke fermî û ne fermî ya li ser asta takekesî û komî ya bi Îsraîlê re, li nava Iraqê yan jî li derveyî Iraqê, wê bi darvekirin an jî girtina heta hetayê were cezakirin. Parlamenterekî Dewleta Yasayê got, "Hin kes dixwazin têkiliyên Iraq û Îsraîlê asayî bibin û em ê pêşî li wan bigirin."
Roja Çarşemê 11ê Gulana 2022an Encûmena Nûnerên Iraqê bi amadebûna 183 parlamenteran ji 329yan yekem xwendina reşnivîsa qanûna qedexekirina asayîkirin û danîna peywendiyan bi Îsraîlê re ku ji 7 maddeyan pêk tê kom bû.
Li gor reşnivîsê, “Her cure hewldanên asayîkirina peywendiyên bi Siyonîstan re ku xaka Filistînê dagir dikin nayê qebûlkirin û pêkanîna peywendiyên dîplomasî, siyasî, leşkerî, aborî, çandî yan jî her peywendiyeke din bi Siyonîstên dagîrker re qedexe ye.”
Rudaw
