• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka: Em alîkariyên xwe ji bo ciwanên Kurd didomînin

Amerîka: Em alîkariyên xwe ji bo ciwanên Kurd didomînin

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino ragihand, ciwan dînemoya geşbûna aboriyê ne û em ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikin ji bo ku Herêma Kurdistanê bikin herêma xweşguzeraniyê.

Robert Palladino eşkere kir: “Em alîkariyên xwe ji bo ciwanên Kurd, ewên xwedî fikra bazirganiyê ne, an jî karsaz in û dixwazin karê xwe berfireh bikin, didomînin.”

Palladino destnîşan kir: “Amerîka şanaziyê dike ku di pêşvebirina sektora taybet a li Herêma Kurdistanê û berfirehkirina derfetên kar bo ciwanên Kurd de hevkar be, çimkî baweriya me heye ku sektora taybet dînemoya geşbûna aboriyê ye li hemû welatan.”

Herwiha diyar kir: “Roleke girîng a ciwanan heye di warê karsaziyê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê.”

Konsulê Giştî yê Amerîkayê eşkere kir: “Em piştevaniya xwe didomînin, da ku Herêma Kurdistanê bikin herêma xweşguzeraniyê.”

 

K24

Top