• Monday, 23 February 2026
logo

Li Kurdistanê 82 kesan canê xwe ji dest daye

Li Kurdistanê 82 kesan canê xwe ji dest daye

Jiber bûyerên tirafîkê di nava 3 mehan de canê xwe ji dest dane.

Li gor raporteke polîsê tirafîkê ya herêma Kurdistanê di nava 3 mehên yekem yên sala 2022an de li seraserê Kurdistanê bi giştî 862 bûyerên hatûçûyê qewmîne.

Di encama wan bûyeran de bi giştî 82 kes canê xwe ji dest dane û hezar û 478 kes jî birîndar bûne.

Li parêzgeha Hewlêrê 195 bûyer çê bûne û di encama wan de 20 kesan canê xwe ji dest daye, li Silêmanî jî 225 bûyer çê bûne û 25 kesan canê xwe ji dest dane û li Dihukê jî 222 bûyer çê bûne û 16 kesan canê xwe ji dest dane.

Li Helebce 19 bûyer çê bûne û kesek canê xwe ji dest daye û li îdareya serbixwe ya Soranê jî  57 bûyer çê bûne û 4 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Top