• Monday, 16 February 2026
logo

Almanya: Lazime hevkariyên zêdetir pêşkêş bikin

Gulan Media September 17, 2018 Nûçe
Almanya: Lazime hevkariyên zêdetir pêşkêş bikin
Almanya dibêje vê hevkariyên wan bo pêşmergeyê bidomin
Wezîra berevanî ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen di çarçoveya serdana xwe ya bo Hewlêrê de, serdana hêzên leşkerî yên Almanî li Kurdistanê û projeyên ku hikûmeta Almanyayê wan çê dike kir.

Ursula Von Der Leyen di dema serdana xwe de ya bo navenda perwerdehiya leşkerî ya li Bine Silaweyê diyar kir ku nabe qehremaniya hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de were jibîr kirin û lazime hevkariyên zêdetir pêşkêşî hêzên pêşmerge werin kirin.

Hêjayê gotinê ye ku hikûmeta Almanyayê nexweşxaneyeke mezin ya leşkerî bo hêzên pêşmerge çê dike, ev projeya han hêdî hêdî ber bi dawî ve diçe.

Top