• Monday, 23 February 2026
logo

'Bi fermana Serokwezîr 20 hezar xanî ji bo welatiyan têne avakirin'

'Bi fermana Serokwezîr 20 hezar xanî ji bo welatiyan têne avakirin'

Serokê Desteya Veberhênanê Mihemed Şukrî ragihand, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 20 hezar xanî ji bo welatiyên ku di kirê de têne çêkirin.

Mihemed Şukrî ji K24ê re diyar kir, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn ku 20 hezar xanî ji bo welatiyên kêm dahat werin avakirin.

Şukrî eşkere kir, 20 hezar xanî ji bo kesên ku di kirê de ne û kêm dahat in têne çêkirin û hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê li xwe digre.

Serokê Desteya Veberhênanê destnîşan kir, armanca Serokwezîr ew e ku welatiyên di kirê de ne û kêm dahat in, bêhtir ji vê projeyê sûdmend bibin.

 

K24

Top